Parlemena Keneda supayê pasdaran têxe dinava lîsteya terorê de

Parlemenê Keneda supayê pasdaran têxe dinava lîsteya terorê de

Îro roja sêşemî parlemena Keneda deng liser bi terorîst nasandina supayê pasdarên Îranê da û ji hikûmeta wilatê xwe xwast ku herî zû hemû gotubêjan bi Îranê re qedexe bike.

Ev yeke ji aliyê Garnit Cînîsun, nûnerê parêzgar hatbû pêşniyar kirin û dewleta lîbral a Keneda divê deng dayînê de bi vê partê re bû.

Ev yek di demekîda dibe ku Andiryo Şîr serokê parta parêzgar ên Keneda îdîa kirbû ger di hilbijartinên 21 Oktoberê de serkeve, wê supayê pasdaran weke girupeke terorîstî îlan bike.

Andiryo Şîr bi ragihandinkaran re ragihand: me rejîma Îranê ku hertim mafên mirovan pêşêl dike û hem wilatî ên Keneda desteser dike û berevanî û piştevanîyê li terorê dike û peymanên navokî pişt guh têxe, wê bi amanc wergirîn.

Nav hatî her wiha ragihand: ev biryare di arasta fişar danîn liser Îranê ye. Me Îran bi armanc wergirt jiber ku hertim mafên mirovan pêşêl dike, ji ber vê yekê emê supayê pasdaran ku berevaniyê ji vê rijêmê dike weke girupeke terorîstî îlan bikîn.

Hêjayî gotnê ye ku di heyva rabûrî de dewleta Keneda bi qasî 10 milyon dolaran milkê rejîma Îranê li Keneda dest bi serda girt, çavkaniyên kenedayê, ji firoştina dehan milyon dolaran ji milk û malê rejîma îranî ên ku ji aliyê Keneda dest bi serda hatbû girtin xeber didin, tê zanîn ku dewleta Etewa diravê bi dest ve hatî ji van milk û malên Îranê li kenedayê weke qerebo dan qurbaniyên terorê li tev cîhanê.

Paş vê yekê, Îbrahîm Reîsî serokê deshilata dadwerî a Îranê, 16ê Sêptamberê ji bersiv daneke hem awa li dijî Keneda xeber da û ragihand bi hevkarî digel wezareta karubarên derve û beşa navdewletî a deshilata dadwerî ên îranî, kareke hevpar wê encam bidin jibo dîyar kirina milk û malê dewleta Keneda li Îranê û piştre wê Îran dest bi dane ser van milk û malên Keneda.

Berî niha Emerîka jî li destpêka heyva Avrîl a 2019an de supayê pasdarên rejîma îslamî a Îranê di lîsta gropên terorê da danî bûn.

Pustên heman beş