Xwenîşandanên Bexdayê îro roja pênc şemî car din dest pê kirin, hêzên ewlehiyê 4 xwenîşander kuştin, her çend ku hikûmeta federal qedexe ragihandiye.
Îro li navenda bajarê Bexda a paytexta Iraqê, bi sedan xortên ne razî careke din derketin cadê û xwenîşandana xwe a 2 rojên bûrî li dijî hikûmetê berdewam kir, Xwenîşandan ji nav çûna hikûmetê dixwazin.
Hêzên êmnahiyê jibo belavepêkirina Wilatiyên ne razî teqe kirin, 4 xwenîşander kuştin û birîndar jî ketin meydana Tehrîrê.
Xwenîşandana Iraqê roja sêşemî a 1/10/2019 agirê wê ji Bexdayê dest pê kir û bi sedema alozî û pevçûnê, di roja yekem de xwenîşanderek tê kuştin û nêzî 200an birîndar ketin.
Li roja duyemîn, agirê xwenîşandanê çû parêzgehên Besra, Necef û Kerbela û Kerkûk û Babil, pevçûn çêbûn û 11 xwenîşander hatin kuştin û birîndar nêzî 400 kesan dihatin.
Hikumeta Iraqê jibo ku rewş aram bibe û rê li xwenîşandanê bigre, qedexeya derketinê îro li paytextê ragihand.