Pirofîsor, dîrok nivîs û bîrmendê mezin ê kurd Ezedîn Mistefa, îro roja pênc şemî li bajarê Silêmanîyê koça dawyê kir.
Îro li bajarê Silêmanîyê, bîrmendê mezin ê gelê kurd, Ezedîn Mistefa Resûl di temena 85 salan de koça dawiyê kir.
Bîrmend û ronakbîrê kurd Ezedîn Mistefa Resûl, li sala 1934 li Silêmanîyê hatiye dinyayê, xwandina dest pêkî li cem bavê xwe bi dawî kiriye, li sala 1952 û bi sedema beşdariya wî di şoreşê de hat zîndan kirin, li sala 1956 çûye Sûriyê û li Şamê kolîja adabê xwend.
Ezedîn Mistefa piştî şorişa 14 Tîrmeha sala 1958 vegerî Iraqê û xwendina xwe li zanîngeha Bexdayê temam kir, li sala 1960 diçe yekîtiya Sovîyet jibo xwendina bilind û bawer nama kandîda ji peymangeha Bako a ronakbîrî bi dest xist.
Mijara xwendina wî a diktorayê (ketwar di edeba kurdî de) , piştî vê û li sala 1965 vegerî kurdistanê û tevlî şoreşa Îlonê bû û dibe pêşmerge ji parta Şîyoî.
Ezedîn Mistefa, li sala 1947 dest bi xebata xwe a siyasî li nav rêzên parta demokrat a kurdistanê kir, lê li sala 1949 tevlî rêzên parta Şîyoî dibe ku ta niha endamê wê partê ye.
Ezedîn Mistefa, dema salekê li baregeha serekî ya rêberê kurd Mela Mistefa Barzanî dimîne, bi sedema dakokiya Mela Mistefa Barzanî, beşa kurdî li zanîngeha Bexdayê damezrand, li sala 1979 careke din vegerî Mosko yê û li wir dirêje bi xwendina xwe a ekadîmî kir.
Li sala 1992 û di xola yekemîn de, Ezedîn Mistefa Resûl dibe endamê parlemena kurdistanê.
Bîrmend Ezedîn mistefa jiyana xwe bi lêkolînên mijarên dîrok û edeba kurdî da û herweha dîrok nivîsandinê derbas kir, wî pitrî 80 kitêban ji çîrok, şî’ri û lêkolînên edebî hene, xizmeteke mezin li zanîngehên Bexda, Silêmanîyê û Selaheddîn kiriye.
Herwiha weke wergêreke herî berz dihat nirxandin û karên wî di medya kurdî û Erebî û Rosîya de pirr bûn.