Ebdulmehdî ricayê ji şêxên Eşîran dike xwenîşandanê ragirin

Ebdulmehdî ricayê ji şêxên Eşîran dike xwenîşandanê ragirin

Heyama 3 rojane xwenîşandanên agirîn li Bexdayê û çend parêzgehên din ên Iraqê tên kirin, serokê hikûmeta Iraqa federal her çi rêyek heye bikar diîne jibo ku Xwenîşandan nemînin, dawî hewil rica û hêvî kirin ji serok hoz û şêxên Eşîrane.

Xwenîşandana Iraqê îro roja pênc şemî li navenda Bexdayê û hinek bajarên din derketin, pevçûna gelê li dijî hikûmetê derketî cadê û hêzên ewlehiyê car din çêbû, encam kuştina 4 xwenîşanderan û birîndar kirina hinekên dine.

Çavkaniyeke taybet li Bexdayê îro eşkere kir ku Adil Ebdulmehdî serokê hikûmeta Iraqa federal, ji bo ku Xwenîşandan nemîne û were sînordar kirin, qesta serok hoz û şêx Eşîrên Ereb ên Bexdayê kiriye û ev rica û hêvî danîne ber sînga wan.

Her wiha amaje da ku serokên hozên Bexdayê û şêxên wan ev daxwaziya serokê hikûmetê red kirine û çi hêvyek nedane dest Adil Ebdulmehdî.

Di wan deman de, xwenîşanderan ji duh hewla çûna nava navçeya kevnar a parêzgeha Necefê dikin, lê hêzên ewlehiyê teqe kir û ew rê li wan girtin, navçeya kevnar a Necefê malên her çar merce’ên şî’î têdane û xwenîşanderan dixwest hevdîtna wan bikin.

Çûna Adil Ebdulmehdî bo cem şêxên Eşîrên Bexdayê, di selmîne ku metirsiya hilweşana hikûmetê gihaye asta herî berz.

Pustên heman beş