Eşkere bû ku S’ûdîyê agirê li Bexdayê xweş dike

Eşkere bû ku S’ûdîyê agirê li Bexdayê xweş dike

Digel destpêkirina pêla nerazîbûnê li Bexda a paytexta Iraqê û piştre agirê wan xwenîşandanan gihaye parêzgehên başûr û naverast, hat eşkere kirin ku ‘Erebistana s’ûdîyê piştgiryeke herî zêde dike ku rewşa Iraqê aram nemîne.

Bi heyama hefteyekê ji bera destpêkirina xwenîşandana Bexda, li torên civakî banga gel jibo tevlîbûna wê dihat kirin, haştag hatin ektîv kirin yek ji wan haştagan bi navê “hatim mafê xwe bistînim” bû, encam ew bû gel li dûv wê bangewaê were û bi hezaran Wilatiyên Bexdayê li meydana Tehrîr kom bibin û siloganên dijî hikûmeta federal blind bikin.

Di wê derbarê de, ajansa Mîher a komara îslamî a Îranê, bi dîkomênt eşker kir ku ‘Erebistana s’ûdîyê piştevana sereke a wan haştgane ku li tora twitterê û torên din ên civakî hatine danan.

Her wiha daye xweya kirin, S’ûdî li tora twitterê bi eşkere û zelalî piştgiryê li haştagên xwenîşandanên Iraqê dike, bi awayekî ku 58 hizar hesabên twitterê haştagên xwenîşandanên Iraqê rîtwît kirine, 79% a wan rîtwîtan ‘Erebistana s’ûdîyê kirîne.

Ajansa Mîher her wiha eşker kir, tenê 6% ji sercema 58 hizar hesabên twitterên ku banga xwenîşandanan kirîne ji Iraqê ne, lê belê piranya reha ên s’ûdîyê ne.

 Erebistana s’ûdîyê jibo ku ev amanca wê were bicî kirin û rewş li Iraqê aloz û xeter bibe, 200 kompîterên robot xistine kar jibo ku haştagên xwenîşandanên Iraqê şêr û rîtwît bikin.

Pustên heman beş