Çînê Heyveke destkird rewaney asîmanê dike

Çînê Heyveke destkird rewaney asîmanê dike

Wilatê Çînê îro roja şemî 5/10/2019 Heyveke destkird rewaney valahiya asîmanê kir ku dê bi awayekî herî zelal çavdêrîya hesara Erdî bike.

Li gur ajansa nûçeyên Şinhua, komara Çînê îro heyva destkird a bi navê Gaofın-10 bi rêya keştîyekê ji wîlayeta Şansî ber bi valahiya asîmanî bi rê kir, erka wê heyva destkird, wê çavdêrîya goya zemîn hesara Erdî be.

Heyva destkird bi rêya keştî a Long Marcih-4Ci ya dûr mewda hat rewaney kirin ku dê karîna çavdêrîya hesara Erdî bi zelalî û hûrî hebe, her wiha wê berdewam data û dîmenan jibo bingeha xwe bişîne ku ew data wê taybet bin bi karên nexşesazî û pilandanîanê li cîhanê, her wiha karên îmêrcinsî û rêyan.

Roket anku keştî a heyva destkird Gaofın-10 şandiye asîman, ji alê ekadîmî a teknolojîyê a asîmanî û firînê a Şengehayê hatye avakirin.

Pirojeya avakirina heyva destkird a bi navê Gaofın-10 li sala 2010an de dest pê kirî bû, îro jî ber bi valahiya asîman hat bi rê kirin.

Komara Çînê piştî her yek ji wlatên Emerîka û Çînê tevlî hevirkiya teknolojîya asîman bûye, wê karîye di demeka herî kêm de bigehe asta wan wilatan.

Pustên heman beş