HSD’e: ditirsîn Erdogan deriyê cengê veke

HSD’e: ditirsîn Erdogan deriyê cengê veke

Hêzên Sûriya a demokratîk HSD’e, îro berisva serok komarê Tirkiyê da û hişyarî ji cengeke berifreh dan.

Hêzên Sûriya a demokratîk îro roja şemî weke bersiv jibo gotina Receb Teyîb Erdogan ku îro gutîye: “êrîşa ser rojhilatê Firatê wexta wê gelek nêzîk bûye”, ragihand; ew liser her êrîşeke Tirkiyê bêdeng namînin.

Kîno Gabiryêl Berdevkê HSD’e îro roja şemî eşkere kir, her êrîşeke Tirkiyê li navçeyên Sûriyê bihê kirin û hêzên HSD’e bike amanc, wê derî jibo cengeke berfireh a heme alî vekit, bi awayekî ku ne dûre rewşa Sûriyê jibo berya sala 2012an vegerîne.

Gabiryêl dibêje: “êrîşeke wiha ji alîyê Tirkyê ve wê asayîşa navçeyê bi awayekê temam aloz bike û bandora wê jî liser cenga HSD’e a li dijî DAIŞ’ê wê gelek be”.

Serokê Tirkiyê îro li dor herêma ewlehiyê wiha axvî: “wexta me nema, axaftin xelas bû, êrîş wê dest pê bike, Enqere wê navçeya aram ava bike”.

Hêzên Sûriya demokratîk ji aliyê Emerîka ve tê piştgirî kirin, rola wê di şerê dijî terora DAIŞ’ê de herî berçav bû, lê belê Tirkiyê tiris ji hebûna wê hêzê li nêzî sînorê xwe heye.

Pustên heman beş