Erdogan: axaftin nema êrîş wê dest pê bike

Erdogan: axaftin nema êrîş wê dest pê bike

Serok komarê Tirkiyê îro ji asta gefên xwe jibo çûna navçeya rojhilatê Firatê berz kirin û wiha got: “axaftin xelas bû emê livînê jibo navçeya rojhilatê Firatê dest pê bikin”.

Serokê tirkyê Receb Teyîb Erdogan îro roja şemî 5/10/2019 eşkere kir, supayê wilatê wan wê operasiyonên asîmanî û bejayî li rojhilatê Firatê a bakûrê Sûriyê dest pê bike, pilana êrîşê bi dawî bûye û tenê bicî kirina wê maye.

Erdogan dibêje: “emê biçin rojhilatê Firatê jibo ku aştiyê li wir berqerar bikin, axaftin xelas bûye emê xwe li hêvîya çi jivaneke din negirîn, rênma jibo leşkeran hatine şandin û tenê hereket maye dest pê bike”.

Ev hoşdarî û gefa Erdogan jibo Emerîkayê tê araste kirin, ji ber ku li hefteya rabûrî moleta ku Tirkiyê bi Emerîkayê day bi dawî bûye, li wê demê Erdogan gotbû: “eger Waşintonê hengavên cidî di pirsa avakirina herêma aram de nebin, Tirkiyê wê tekalî hereketê ber bi rojhilatê Firatê bike.

Herêma aram li gur rêkeftina Emerîka û Tirkiyê, wê li rojhilatê Firatê were avakirin, Tirkiyê dibêje: “pilana wan bicî kirina 3 milyon aware û penaberên Sûriyê ye li wê navçeyê, lê belê tirsa guherîneke demografî li wê navçeyê heye.

Pustên heman beş