Gelê Iraqê 73 kuştî û 3 hezar birîndar dane

Gelê Iraqê 73 kuştî û 3 hezar birîndar dane

Hejmara qurbanî ên xwenîşandanên Iraqê pitir bûne û îro amareke nû hat eşkere kirin ku di çar rojan de, 73 kes hatine kuştin û nêzî 3 hezaran birîndar ketîne.

Komîsyona mafên mirovan a Iraqê ku saziyeke bê alî ye, îro amareke nû ya zîyanên canî ên xwenîşandanên Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê eşkere kir ku li gorî wê amarê, 73 kesan canê xwe ji dest dane ku hinek ji wan ji hêzên ewlehiyê ne.

Komîsyona mafên mirovan her wiha dibêje: ji ber ku hêzên ewlehiyê tundutîjî a herî zêde bi kar anî, nêzî 3 hezar kesan di xwenîşandanên Iraqê de birîndar ketîne.

Ev amar li alê hikûmeta federal heya niha nehatîye ser rast kirin, hinek çavkaniyên tenduristîyê jî hejmara kesên canê xwe ji dest day bi nêzî 100 kesan texmîn kirine.

Pustên heman beş