Hikûmeta Holendayê biryar daye ku navê wilatê biguhere bi sedema ku xelk êdî navê wilatê wan bi maddeya hişberê û karên sêksî ve bestîye.
Li gur pêgeha Adformatie ê, hikûmeta Holendayê biryar daye navê wilatê xwe biguhere ku li vê dawyê xelk û geştiyar navê wilatî di mijarên maddeya hişberê û malên sêksî ve girêdane.
Her wiha eşkere kiriye ku taxa Emistirdamê ku bi taxa sor yan taxa Fenerên Sor tê naskirin û gelek karên sêksî û malên leşfiroşan lê ne, sedema sereke ya guherîna navê wilatê Holendayê ye.
Pêgeha Adformatie ê amajê dide wê yekê ku desthilata Holendayê nîyaza wê heye navê nû ê wilatê xwe ku heya niha eşkere nebûye, li navendên navneteweyî bide nasandin weke berîkana Yorovêjin ya 2020an û her wiha bi rêya tîma xwe a fotbolê.