Rûsya piştgiryê li Venziwêla dike

Rûsya piştgiryê li Venziwêla dike

Cêgirê serokê hikûmeta Rûsya federal jibo ku piştgirya wilatê xwe jibo Venziwêlayê bide diyar kirin, diçe Venziwêlayê û li gel serok Nîkolas Madoro di cive.

Yorî Borîsof cêgirê serokê hikûmeta Rûsya federal serdana Venziwêla kir û her rast li Kirakas a paytext li gel serokê wê Nîkolas Madoro civîya, wî piştgirya Rûsyayê jibo mana wî li desthilatê tekez kir.

Borîsof û Madoro têkilîyên Mosko û kirakasê gotubêj kirine, bi nerîna wan niha ew têkilî di baştirîn wexta xwe dene, ji ber ku hat pişt rast kirin ku li wexta qeyranê Rûsyayê pişt neda Venziwêla.

Nîkolas Madoro sipasî a Mosko yê kir ku alîkarya wê jibo firoştina petrolê dike, her çend ku Emerîka siza û dorpêç li ser sepandine.

Emerîka û çendîn wlatên rojava û ên Latîn, Nîkolas Madoro bi serokeke ne şer’î dibînin û bi saxte kirina encama hilbijartina 2018an sûçbar dikin, lê belê her yek ji Çînê û Rûsyayê piştgiryeke temam jibo kir.

Ji qeyrana Venziwêlayê ku li sala derbas bûy bi eger hilbijartina seroktiyê dest pê kirbû ku Xwan Giwaydo ê serokê opozisyonê serketina xwe di hilbijartinê de ragihand û xwe weke serokê wilat da nasandin, lê belê Nîkolas Madoro red kir ku ew kursî a desthilatê berde, Emerîka siza li ser sepandine û piştgirî jibo Giwaydo ragihand, lê belê wlatên bereya dijber û hevrikên Emerîkayê piştgirya Madoro kirin.

Pustên heman beş