Zaroyeke sûrî îro di êrîşeke asîmanî a rejîma Beşar Esed de, li gundewarê Laziqîyê canê xwe ji destda, wexta roketeke bi mala wan ketî.
Ji serê sibê ya îro roja yekşemî 6/10/2019an, Topxanên arteşa rejîma Sûriyê bi roketan êrîşî gundên şêx Mistefa û Kefir’wêd ên sînorê Edilbê kir, hemwext êrîş li gundên Bikisrîye û Bedirîye ên sînorê Laziqîyê hatine kirin.
Ev êrîşa rejîma Beşar Esed, li wan navçeyan tên kirin ku bi navçeyên bê şer li bakûrê rojava sûryê hatine nasandin.
Çavkaniyên berevanî a şaristanî eşkere kirine ku di êrîşan de zaroyeke Sûriyê li gundê Bedirîye ê Laziqîyê canê xwe ji destda ku roketek bi mala wî ketiye.
Hemwexta êrîşa rejîma Esed, balefirên cengî ên Rûsya federal, êrîşên asîmanî pêkanîn û gundewarê Helebê bordoman kir.
Li meha Gulana sala 2017an wlatên Tirkiyê, Rûsya federal û Îran li ser herêma kêm kirina şer li Edilbê lihev kirin, wexta ku kongireya Astanayê hatî encam dayîn, lê belê rejîma sûryê êrîşên xwe li wan navçeyan berdewam dike.