Erdogan çete jibo rojhilatê Firatê amade kirîne

Erdogan çete jibo rojhilatê Firatê amade kirîne

Arteşa azad a sûryê ku ji alê Tirkiyê ve tên piştgirî kirin, amadekariyên wê jibo derbasbûna rojhilata Firatê hene, ew li benda fermana dest pê kirina hereketê ne.

Çavkaniyên rojava kurdistanê eşkere kirin ku mîlîtanên arteşa azad a Sûriyê ku arteşa Tirkiyê raste rast piştgiryê lê dike di alavên meşq û çekan de, wan amadekariyên xwe jibo operasiyona rojhilata Firatê kirîne.

Yekîneyên Hemze û Silêman Şah ên arteşa azad a Sûriyê li navçeyeke ‘Efrîna dagîr kirî dest bi meşq û amadekariyê jibo operasiyona rojhilatê Firatê kirîne.

Serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan li dawî gotna xwe ya derbara rojhelata Firatê diyar kir bû ku wexta wan tuneye, axaftin xelas bû êdî wexta êrîşê hatye, dibe li her demê dest pê bke, îro yan sibe ew nizanin.

Mîlîtanên yekîneyên Hemze li sala 2015an li bin seywana arteşa azad ya sûryê hatbû avakirin û beşdarî operasiyonên mertala Firatê û çeqê zeytûnê bû, ew operasiyonên herêma ‘Efrînê pê hatî dagîr kirin.

Pustên heman beş