Emerîka dengê xwe kir, Iraq wê li 25 Oktoberê bibe agir

Emerîka dengê xwe kir, Iraq wê li 25 Oktoberê bibe agir

Hikûmeta federal wê hilweşît û rêxistinên tekfîrî wê serhildin

Pêgeheke herî diyar ê Emerîkî, xwenîşandanên Iraqê şirove kirine û wiha nivîsandîye: “Xwenîşandan wê bibe sedema ladana hikûmeta federal, ev yek wê her çêbibe, îro be yan sibe, DA’ÎŞ û rêxistinên tekfîrî wê car din derkevin, Xwenîşandan wê li 25 Oktoberê gelek berifreh bin”.

Navenda Sitratfor a lêkolînên sitratîcî a Emerîkî îro weşanek di derbara xwenîşandanên Iraqê yên rojên derbas bûy de weşandiye û dibêje: “egera dijwar bûna xwenîşandanan di wexteka herî kêm de, jibo wan azaran vedgere ku gelê Iraqê bi dirêjahiya salan hene, ger bi wî awayê dewam kirin, wê bibin sedema hilweşana hikûmetê”.

Ev girîngtirîn xalên wê şîrovê ne ku hinek ji wan pir xeterin:

  • Ger Xwenîşandan asta dijwar xwenîşandanan zêde bû, hikûmet wê were hilweşandin.
  • Sozên ‘Ebdulmehdî çi bandoreka xwe ne bû.
  • Jiberku xwenîşandanan çi serkirde nînne, ne hêsane ji aliyê hikûmetê ve were kontrol kirin.
  • Eşkere bûye ku s’ûdî di soşyal medyayê de piştgirî jibo xwenîşandanan kiriye.
  • Bernameya ‘Ebdulmehdî jibo aram kirina rewşê ragihandî, nayê bicî kirin, jiberku aliyên şî’e nakokî li ser awayê bicî kirinê hene.
  • Pêşbînî tê kirin hikûmeta ‘Ebdulmehdî dest ji kar bikşîne, îro ne sibe wê ev yek çêbibe.
  • Xwenîşandana herî mezn wê li 25 Oktoberê were kirin ku ew jivan dibe salvegera yekemîn a dest bi kar bûna ‘Ebdulmehdî.
  • Piştî 25 Oktoberê saziyên Emerîkî li Iraqê wê bine amanca hinek mîlîşya yên girêdayî îranî, taybet şirketên petrolê.
  • DA’ÎŞ û rêxistinên cîhadî wê car din serhildin, ji ber ku hêzên ewlehiyê wê mijûlî kontrol kirina xwenîşandanan bin.
  • Heşda ŞE’BÎ çi roleke wê di kontrol kirina xwenîşandanê de nabe, jiberku ew temam girêdayî Îranê ye û dixwaze rewşa Iraqê agirîn be.

Pustên heman beş