Wîlayetên Yekbûyî ên Emerîkayê ferman li arteşa xwe kir ku hêzên li Sûriyê vekşînin, hemwext destûra destpêkirina êrîşa ser rojhilata Firatê, di de Tirkiyê.
Koçka spî a emerîkayê, îro serê sibê di beyaneke nivîskî de, naveroka peywendîya Donald Tiramp ê serokê Emerîkayê û Receb Teyîb Erdogan ê serok komarê Tirkiyê eşkere kir û wiha nivîsandine: li wexteka nêzîk wilatê Tirkiyê wê operasiyona leşkirî li bakûrê Sûriyê dest pê bike, weke amaje ji bo navçeya bi navê rojhilatê Firatê ku li bin kontirola hêzên Sûriya a demokratîk (HSD’ê) deye.
Koçka seroktiya Emerîka her wiha eşkere kir, arteşa Emerîkayê wê leşkirên xwe ji navçeya operasiyonê vekşîne û tevlî operasiyonê nabe, êdî ew navçeye wê bibe ji berpirsyariya Tirkiyê û arteşa Emerîkayê tu çalakiyeke wê li wir nabe.
Ev yek bi ramana dayîna destûra dest pê bûna şer li rojhilatê Firatê tê ku Emerîka bi serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re daye.
Hemwexta evê guherîna mezn a di helwesta emerîkayê de derketye holê, arteşa Tirkiyê amadekarî jibo dest pê kirina hereketê jibo rojhilatê Firatê kirine.
Li asta navçeya bakûrê Sûriyê, fermandariya hêzên Sûriya demokratîk (HSD’ê), helwesta xwe ragihand û wiha daye xweya kirin: “Emerîkayê soza xwe bicî nekir, lewma emê bê fikir berevaniyê ji xwe bikin”.
Fermandariya (HSD’ê) dibêje: Emerîkayê li bakûrê sûryê sozên xwe şikandin, erkên xwe bicî ne kirine û wê leşkirên xwe ji navçeyên sînoran vekşîne.
Bi nerîna (HSD’ê), êrîşa ku tê çaverê kirin Tirkiyê bibe ser navçeya rojhilatê Firatê, wê bibe sedema jinavbirna wê ewlehiya ku wan lê bicî kirî.
Hêzên Sûriya demokratîk li dawiya beyana xwe wiha gutîye: amanca me a sereke jinav birina terorê ye, lê belê her wexta ew rastî êrîşa Tirkiyê bûn, wê bê fikir berevaniyê ji xwe bikin”.
Emerîkayê û Tirkiyê di destpêka meha Oktoberê de lihevhatin jibo avakirina herêma ewlehiyê li bakûrê sûryê kirbû, biryar bû ew herêm bi hevbeşî li navbera Tirkiyê û emerîkayê were ava kirin, lê emerîkayê xwe ji wê lihevhatinê vekişand, îro jî destûra destpêkirina êrîşê bi Enqerê daye.
Herêma ewlehiyê weke Tirkiyê di de xweya kirin wê bibe navenda bicî kirina 3 milyon aware û penaberên sûrî ku li Tirkiyê ne, ev jî bi ramana guherîneke demografiye jibo rojhilatê Firatê.