Balefirên cengî ên Tirkiyê, îro kuştina fermandareke mezn a kurdînasyona komela jinên kurdistanê (KJK)ê a girêdayî PKK’ê, li Qendîlê li herêma başûrê kurdistanê ragihand.
Wezareta karên hundir a Tirkiyê, îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir, balefirên cengî ên Tirkiyê, karîn fermandareke mezn a (KJK)ê ku bi kurdînasyona komela jinên kurdistanê tê naskirin û balê jinan ê parta karkerên kurdistanê PKK’ê ye, li binara çîyayê Qendîlê bordoman kirin û her rast kuşt.
Hûrgilyên arteşa Tirkiyê wiha di din xweya kirin, di êrîşa Qendîlê de, fermandara (KJK)ê a bi navê (Ayfer Kurdo) hat kuştin.
Her wiha eşkere kir ku ev operasiyona asîmanî bi hemahengiya saziya hewalgîriya dewletê (Mît)ê hat pêkanîn.
Parta karkerên kurdistanê PKK’ê, hîna niha tu daxweyanîyek di derbara kuştina (Ayferê) de ne dayîne, wezareta karên hundir a Tirkiyê dîmenên wê êrîşa ku (Ayfer) têde hatye berteref kirin weşandiye.