Tiramp: wê abûra Tirkiyê wêran bikim ger sînor bezandin

Tiramp: wê abûra Tirkiyê wêran bikim ger sînor bezandin

Serokê emerîkayê îro hoşdarîyeke herî tund da Tirkiyê û wiha axvî: “wê abûra Tirkiyê wêran bikim, ger sînor bezandin”.

Donald tramp li wexta ku destûra êrîşa rojhilata Firatê îro serê sibê bi Tirkiyê dayî, her îro êvarê hoşdarîyeke herî tund li Enqerê kir û got: “wê abûra Tirkiyê bi yekcarî jinav bibim ger hengavek jibo bezandina sînoran avêt”.

Ev hoşdarîya Tiramp hemwexta biryara vekşandina leşkirên Emerîkayê ye ji bakûrê Sûriyê.

Tiramp li ser hesaba xwe a twitterê wiha nivîsandîye: “min di berê jî de ev yek tekez kiriye, her hengaveke Tirkiyê li dervey sînoran bihavêje, ez bi hikumeta xwe a herî mezn sûnd dixûm, wê abûra Tirkiyê bi timametî wêran û îmha bikim, min ev yek di berê jî de kiriye”.

Ev helwesta tramp hemwexta guherînên îro ên navçeyê tê ku hêzên Sûriya a demokratîk (HSD’e), Emerîka bi îxaneta li kurdan sûçbar kiriye.

Pustên heman beş