Hikûmeta Sûriyê helwesta xwe a li derbara nîyaza Tirkiyê jibo derbas kirina sînor û hatina navçeyên bakûrê rojhilata wilat eşkere kir û wiha ragihand, ew rê nadin yek mista xaka Sûriyê ji aliyê Tirkan ve were dagîr kirin, em jibo şer amadene.
Cihgirê wezîrê karên derve ê Sûriyê, Feysel Mîqdad îro roja sêşemî 8/10/2019 daxuyanî di mijara nîyaza Tirkiyê a êrîş kirina rojhilata Firatê da û eşkere kir, her wexta Tirkiyê êrîşî xaka Sûriyê bike, ew wê berevaniyê bikin û qebûl nakin yek mista xaka Sûriyê, bikeve jêr dagîrkariya Tirkan.
Her wiha dibêje: divê wilatê Tirkiyê xwe nexe tu diraveke nexweş de, û xwe tûşî jinav çûnê neke, Dîmeşq wê şer bike”.
Mîqdad di derbara vekşandina leşkirên Emerîkayê û pişt dana Emerîkayê bo kurdan xweya dike, hikûmeta sûryê di berê de çendîn caran hoşdarî ji pîlanên bi wî awayî dane, ewên pişta xwe bi emerîkayê germ kirine hatin avêtin û her tişt ji destda.
Bi nerîna Feysel Mîqdad, hikûmeta Sûriyê pêşwaziyê li tev Wilatiyên xwe dike, her wiha dixwaze pirisgirêkan bi awayeke bê şer çareser bike.