Seroktiya Tirkiyê di hengava xwe a herî nû de eşkere kir, amadekariya êrîşa bakûrê rojhilata Sûriyê didome û wê guh nede gefa Emerîkayê.
Fuad Oktay, Cihgirê serok komara Tirkiyê îro di berisva gefên emerîkayê û serokê wê Donald Tiramp de wiha axvî: Tirkiyê dewletek nîne bi gefa dewletek din tev bigere, amadekariya êrîşa bakûrê rojhilata Sûriyê wê bidome û wê were encam dayîn.
Her wiha dibêje: peyama me ji civaka navneteweyî re zelale, Tirkiyê bi gefa tev nagere, wexta nîqaş ewlehiya neteweî be, Tirkiyê wê sînorên xwe ên başûr bi parêze.
Ev gotnên Fuad Oktay, ê Cihgirê serokê Tirkiyê weke berisvekêne jibo peyama şevê din a Donald Tiramp ku li ser hesaba xwe a twitterê nivîsand bû: wê abûra Tirkiyê bi yekcarî jinav bibim ger hengavek jibo bezandina sînoran avêt.
Ev helwesta tramp hemwexta guherînên îro ên navçeyê tê ku hêzên Sûriya a demokratîk (HSD’e), Emerîka bi îxaneta li kurdan sûçbar kiriye.