ZERÎF: EMÊ Bİ S’ÛDÎYÊ RE AXVÎN

ZERÎF: EMÊ BI S’ÛDÎYÊ RE AXVÎN

Wezîrê karên derve ê komara îslamî a Îranê dibêje: “ger Erebistana s’ûdîyê dest ji kuştina mirovan berde, emê nîqaşê pêre bikin”.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve ê Îranê, îro roja sêşemî di mijara dest pê kirina nîqaşê bi Erebistana s’ûdîyê re daxuyanî da û wiha axvî: “Îranê wê amade be nîqaşê bi s’ûdîyê re pêk bîne, lê belê divê li destpêkê s’ûdî dest ji kuştina mirovan berde”. Ev gotina Zerîf amajeye jibo şerê s’ûdîyê ê li dijî Yemenê.

Zerîf her wiha xweya kir, wexta ku s’ûdîyê ev yek kir, Îranê wê amade be pirsgirêkên herêmî û navçeyê li gel muzakere bke.

Erebistana s’ûdîyê ji sala 2015an seroktiya hevpeymanetîyeke Erebî li dijî tevgera Ensarulla a Hosîyan li wilatê Yemenê dike, wê ev şer weke piştgirî jibo hikûmeta şerî a Yemenê kir û ev bi xala sereke a aloziya navbera Îranê û s’ûdîyê tê hejmartin.

Îran raste rast piştgirya Hosîyan dike, civaka navneteweyî vê hengavê bi piştgirî a terorê nav dibe.

Pustên heman beş