KOÇKA SİPÎ: ERDOGAN WÊ WERE WAŞİNTONÊ

KOÇKA SIPÎ: ERDOGAN WÊ WERE WAŞINTONÊ

Koçka seroktiya Emerîkayê, îro behsa mijara serdana serokê Tirkiyê jibo Waşintonê kir û eşkere kir, ev serdan wê li naverasta meha çirî a duyemîn a îsal, were pêk anîn.

Berdevkê koçka spî îro roja sêşemî diyar kir, Receb Teyîb Erdogan wê li roja 13/11/2019 serdana Waşintonê bke û ev serdan bi daxwaza serokê emerîkayê Donald Tiramp, wê were pêk anîn.
Dest nîşan kirina wexta serdana Erdogan, hemwexta daxuyaniyên îro ên serokê emerîkayê Donald Tiramp hatine ku gotbû: “Erdogan wê weke mêhvanekê me were Waşintonê”.

Tramp her wiha li hesaba xwe a twitterê piştgirî li biryara xwe a vekşandina hêzan ji bakûrê sûryê kir.
Serokê Tirkiyê duh roja duşemî eşkere kirbû, di serdana xwe a Waşintonê de, ewê bi Tiramp re bicive û wê herêma ewlehiyê nîqaş bikin.

Pustên heman beş