GUMANBARÊN PÎLANA KUŞTİNA QASİM SULEYMANÎ BI ÎTÎHAMA DİJATÎ KİRNÊ WÊ WERİN DADGEH KİRİN

GUMANBARÊN PÎLANA KUŞTINA QASIM ULEYMANÎ BI ÎTÎHAMA DIJATÎ KIRNÊ WÊ WERIN DADGEH KIRIN

Serdozgerê giştî ê parêzgehîya Kirman xeber ji dadgeh kirina hinek kesa dide bi tometa hewildan bo kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Quds a supayê pasdarên Îranê ku bera niha hatbûn desteser kirin.

Dadxoda Salarî, serdozgerê giştî ê dadgeha navendî a parêzgehîya Kirman got: ev kese bi tometa beşdarî kirin û hewildan li dijî asaiyşa navxwe û derve, dijatî kirin û alîkarî kirina dezgehên îstexbaratî ên biyanî û dijmin ketîne bin lêkolînên dozgeriyê.

Bi gotina Dadxoda Salarî pilana van kesan ji qonaxa despêkî derbas bibû û ketbû qonaxa cêbecê kirinê de.

Ev berpirsê dozgerî ê parêzgehîya Kirman ji rakêşana sîxuran û her wiha çek û fîşekan û maddeyên teqînan bi rêjeyeke herî zor û vegohastina wan ji aliyê plan daneran bi rêya xaleke sînorî a digel Îranê xeber da.

Hefteya rabûrî Hisên Teyîb, serokê saziya îtîlaat a supayê pasdaran, bo yekemîn car ji betal kirin :pilana teror kirina” fermandar Qasim Suleymanî li parêzgehîya Kirman û desteser kirina endamên giropa teror kirinê xeber dabû.

Teyîb di wî demî de ragihand ku binçav kiriyan dixwest di rojên Taso’a û Aşorayê de “18-19 sebtembera 2019an” de wê hisêniyê a Qasim Suleymanî dixwest jibo behîdariyê têde amade be biteqînin.

Îro serdozgerê parêzgehîya Kirmanê ragihand ku saziya îstexbaratî a supa “îtîlaatê” şeş mehan bera  gumanbar bihên desteser kirin haydarî kar û çalakiyên wan ên navxwe û derveyê Îranê bone.

Salarî da xweya kirin ku hevdem digel Taso’a û Aşorayê de” di dema 10 demjimêran de di çendîn navçeyan de ev grope tûşî êrîşê bûn û her hemû hatin desteser kirin”.

Her wiha ragihand ev amanc ji vê piroseya terorîstî ” lawaz kirin û şikandina bereya ber xwedana cîhana îslamî” bûye.

Pustên heman beş