ROHANÎ Jİ BO ERDOGAN: BAŞ BİFİKİRE, ÊRÎŞ RÊYEKE QET BAŞ NÎNE

ROHANÎ JI BO ERDOGAN: BAŞ BIFIKIRE, ÊRÎŞ RÊYEKE QET BAŞ NÎNE

Serok komarê Îranê îro di derbara êrîşa muhtemel a Tirkiyê li ser rojhilata Firatê axvî û bi Erdogan re got: “baş bifikire, ev ji bo sûryê, Tirkiyê û navçeyê rêyeke qet baş nîne”.

Hesen Rohanî derbarê îhtimala operasiyona ser rojhilata Firatê daxuyanî da û got: “ji bo sînorên başûr tirsên hikûmeta Tirkiyê hene û di mijara tirsê de Tirkiyê maf dare, divê tirsên ewlehiyê ên Tirkiyê bên çareser kirin, ji bo vê jî divê rêya rast bê hilbijartin”.

Rohanî li Tehrana paytext piştî civîna lijneya wezîran axvî û mijarên di rojevê da ne, nirxandin.

Serokomarê Îranê Rohanî di mijara operasiyona ser rojhilata Firatê ya ku îhtimal heye Tirkiyê bibe serî de got: “divê Emerîka ji navçeyê vekşe û ji bo ku li wir rejîma Esed bi cih bibe, divê her kes alîkariyê bide.”

Rohanî xwast ku Tirkiyê divê li ser vê mijarê baş bifikire, binirxîne û got ku ev ji bo sûryê, Tirkiyê û herêmê rêyeke qet baş nîne.

Di berdewamiya axaftina xwe de Rohanî ragihand ku li sûryê pirsgirêka sereke rojhilatê Firatê nîne, mijara herî girîng Îdlibê.

Pustên heman beş