Amara zirarên canî ên êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê eşkere bû ku 4 sivîlan canê xwe ji destda û dehan birîndar ketine.
Navenda medya hêzên şûraya a demokratîk HSD’e di beyaneke nivîskî de ku li pêgehên xwe weşandine dibêje: “di êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê de li ser rojava kurdistanê, 5 hemwilatiyan canê xwe ji dest dane û bi dehan birîndar ketine”.
Çavkanî eşkere dikin ku 4 sivîlên din canê xwe winda kirin, piştî ku bi sextî birîndar ketin ku jin û mêrin, zaroyê wan ê sava jî birîndar ketiye.
Her wiha ji encama bordomana Tirkiyê li ser navendên HSD’ê, 3 şervanan canê xwe ji destda.
Tirkiyê êvara îro çarşemî 9/10/2019 êrîşa ser rojava kurdistanê destpêkir, balefirên cengî û hêzên bejayê gundên serê kanîyê, Girê Sipîyê, Dirbasiyê, Qamişlo û ‘Amodê, her wiha gundewarê Şerayê û çendîn navçeyên din ên rojava kurdistanê amanc kirin.