BAYDİN: TİRAMP ÎXANET Lİ WİLAT KİR

BAYDIN: TIRAMP ÎXANET LI WILAT KIR

Cihgirê serokê berê ê Emerîkayê, îro dijwar êrîş kir serokê emerîkayê Donald Tiramp û ragihand ku tramp îxanet li wilat kir û destûra wilat pêşêl kir.

Cihgirê serokê berê ê Emerîkayê Co Baydin, îro roja pêncişemî 10/10/2019 di çarçûveya bangeşa xwe da li bajarê Nîyohamşîr, xîtabeke pir dijwar da û got: Tiramp bi gefeke mezn li ser Emerîka tê hejmartin, wî destûra wilat pêşêl kir û îxanet li wilat kir.

Baydin dibêje: her ku diçe Donald Tiramp pêşêlkariyên wî zor dibin, divê rê lê bihê girtin û em rê nedin ew van karên xwe bidomîne.

Di berisva Co Baydin de, Donald Tiramp li hesaba xwe a twitterê Co Baydin bi keseke pir belengaz bi nav kir.

Hemwexta vê êrîşa Baydin li ser tramp, di tevpirsiyekê de eşkere bûye ku 51% ji dengderên Emerîkayê dixwazin Tiramp were guherîn, lê belê 42% a dengderan digelin li seroktiya Emerîka bidome.

Co Baydin niha tekoşîna wî ji bo bi dest xistina namezdiya parta demokratên Emerîka ji bo seroktiya Emerîka heye, nedûre jî li hilbijartina 2020 bibe hevrikê Tiramp.

Pustên heman beş