DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ Lİ SER ROJAVA Dİ DOME
Êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê dewam dike, îro roja pêncişemî bordomana Tirkiyê ji Serê Kanîyê destpêkir û piştre li kobanê, Qamişlo û Girê Sipîyê, hejmareka hemwilatî ên sivîl şehîd ketin.
Nêzî 10 hemwilatiyan şehîd ketin
Îro roja duyemîn a êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê bû li ser rojava kurdistanê, şer û pevçûn li enyên Girê Sipî, Serê kanîyê, gundewarên Qamişlo û ‘Amodê hebû, lê belê zirara herî mezn bi hemwilatî ên sivîl ketine, li Girê Sipîyê û Qamişlo hejmareka sivîlan ku jin û zaro di gel dene şehîd ketin, çavkanîyan tesbît kirine ku tenê li Qamişlo û Girê spî îro 9 sivîl şehîd ketine 2 ji wan zarone, keçeke temen 3 sal û xortekê temen 11 sal bûn ku xuşk û bra bûn li gel dayka wan, her hemû ketine ber moşekên dagîrkarî a Tirkiyê û piştî birîndar ketîn, bi sedema sextî a birînên wan, şehîd ketin.
Tirkiyê dibêje wan 176 Şervan hingaftine
Wezareta parastina neteweî a Tirkiyê, îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir ku ji destpêka êrîşa “Kaniya Aştiyê” ku êvara roja çarşemî 9/10/2019 destpêkir, 176 şervanên hêzên Sûriya ya demokratîk û yekîneyên parastina gel YPG’ê hatine hingaftin, her wiha di de xweya kirin ku operasyona “Kaniya Aştiyê” wê bidome û arteşa Tirkiyê û hevpeymanên wê ên opozîsyona Sûriyê li enîya Girê Sipîyê pêşde çûne, balefirên cengî jî 18 xalên ku di pilana operasyonê de pêş wext hatbûn tesbît kirin, hildane.
Teqandina 7 tankên arteşa dagîrkar
Ji alê xwe ve, navenda medyayî a hêzên Sûriya demokratîk HSD’ê ret kiriye ku ev hejmara şervanan ku arteşa Tirkiyê aniye ziman hat bin hingaftin, wan di beyanên cuda de, eşkere kir di roja yekemîn a êrîşa ser rojava de, 3 şervanên xwe ji dest dabûn, di roja duyemîn de, hinek birîndarên wan hene, hemwext şervanan rê li pêşde çûna mîlîşyayên arteşa azad a Sûriyê ku Tirkiyê piştgiryê lê dike girtine, 4 tankên dagîrkaran jî bi moşekên dije tank wêran kirine û şewitandine, HSD’e tesbît kir ku wan di ser 15 kesan de ji çekdar û mîlîşyayên arteşa azad a Sûriyê kuştine.
60 hezar kes aware bûne
Ji destpêka êrîşa ser rojava, nêzî 60 hizar kes ji xelkê sivîl aware bûne, bi awayekî ku bajarokên Serê Kanîyê û Dirbasiyê çûl bûne, sedem aware bûnê bo dijwar û sextî a bordomana Tirkiyê ye li navend û gundewarên herdu bajaran, hemwext pêleke her mezn a aware bûnê li Girê Sipîyê jî heye.
Erdogan û fetiha rojava
Serok komarê Tirkiyê îro di nava civîneke Partiya xwe da civîya û wiha axvî: pişta me bi Xweda germe, înşaellah fetih wê rizqê me be, Receb Teyîb Erdogan li himber serkirdên parta xwe Ewropa û welatên dijberên operasyona dagîrkarî rexne kirin û go emê operasyonê bidomînin û çi dibe bila bibe, hemwext civîna xwe bi soreta fetih a qurana pîroz bi dawî kir û go înşaellah fetih wê bibe rizqê me.
Arteşa Tirkiyê bi razî bûna Emerîkayê êvara duh çarşemî êrîşa dagîrkarî li ser rojava kurdistanê destpêkir, ji bo ku herêmeke ewlehiyê were avakirin ku amanc jê guherîna demografî a navçeyê ye.