ÎRAN AMADEYE NÎQAŞÊ Bİ S’ÛDÎYÊ RE BİKE

ÎRAN AMADEYE NÎQAŞÊ BI S’ÛDÎYÊ RE BIKE

Komara îslamî a Îranê îro amadeya xwe ji bo destpêkirina nîqaşê bi Erebistana S’ûdîyê re nîşan da.

Wezareta karên derve a Îranê, îro roja şemî 12/10/2019an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, Tehran wê amade be bi navgînî yan bê navgînî, nîqaşê bi Rîyazê re dest pê bike.

Ev beyana Îranê hemwexta serdana çaverê kirî a Îmran Xan serok wezîrê Pakistanê tê ku wê were Tehranê û dengoya wê yekê heye, Îmran Xan wê ji bo navgînî a navbera tehranê û Rîyazê wê serdanê pêkbîne.

Wezareta karên derve a Îranê di beyana xwe da amaje bi serdana Îmran Xan kiriye, lê belê tu agahiyek li ser babeta navgînî yê nedaye.

Wezîrê karên derve ê Îranê li hefteya bûrî ragihand bû, wilatê wî amadeye nîqaşê bi s’ûdîyê re bke, lê belê pêwîste li berahiyê, Rîyaz dest ji kuştina mirovan berde, weke amaje ji bo şerê li Yemenê tê kirin ku S’ûdîyê serperiştiyê lê dike.

Pustên heman beş