Sekreterê Komkara Erebî, îro li derbara êrîşa li ser rojava kurdistanê axvî û ragihand, dewleta Tirkiyê a sûryê dagîr dike.
Sekreterê Komkara Erebî îro roja şemî 12/10/2019an piştî civîna Komkarê di pirêskonifransekê de got: “dewleta Tirkiyê bi êrîşa xwe a li roja çarşemî 9/10/2019an dest pê kirî, Sûriyê dagîr dike û serwerî a wê pêşêl dike”.
Îro gera 155an a civîna Komkara wlatên Erebî li ser asta wezîrê karên derve li Misrê birêve çû, Mihemed Hekîm wezîrê karên derve ê Iraqê seroktiya civînê kir.
Mihemed Hekîm li civînê de, êrîşa Tirkiyê li ser bakûrê sûryê şermezar kir û wiha axvî: “ev êrîş wê qeyranên mirovî aloz tir bike, hemwext azarên gelê Sûriyê û wê karîna terorîstan jibo dubare xwe rêxistnê bihêz bike”.
Wezîrê karên derve ê Iraqê û hevtayê xwe ê Libnanî Cibran basîl ji Komkarê re xwestin, endametî a Sûriyê di Komkarê de were ektîv kirin.
Hemwexta van helwestan, Îmarata Erebî bi rêya wezîrê xwe ê karên derve di civîna Komkarê de, ji Tirkiyê xwast êrîşa ser Sûriyê rawestîne û herwiha hêzên xwe ji wir vekşîne.