ELMANYA HİNARTİNA ÇEKAN Jİ BO TİRKİYÊ QEDEXE DİKE

ELMANYA HINARTINA ÇEKAN JI BO TIRKIYÊ QEDEXE DIKE

Hikûmeta Elmanyayê îro ferman da ku hinartina çekan jibo dewleta Tirkiyê were qedexe kirin, jiber ku tirsa wan heye ew çek, li bakûra rojhilata Sûriyê were bikar anîn.

Govara Bêld a Elmanyayê îro belav kir ku wezîrê karên derve ê Elmanyayê Hayko Mas gutîye: “hinartina hinek corên çekan jibo dewleta Tirkiyê hat qedexe kirin, ji bo ku ew pişt rast bibin, ew çek di şerê bakûra rojhilata Sûriyê de, nehê bikar anîn.

Govara Bêld wiha nivîsandîye: “weke berisvek ji bo Enqerê ku cenga li dijî kurdên rojava kurdistanê îlan kiriye, hikûmeta Elmanyayê ferman daye, hinartina çekan ji bo Tirkiyê qedexe bike”.

Tê zanîn Elmanyayê ji sala 2018an, bi qasî 268 milyon dolarên Emerîkî çek û pêwîstiyên leşkirî ji bo Tirkiyê şandine, lê belê ji îro roja şemî 12/10/2019an, ferman daye wan çekan ji bo Enqerê neşîne.

Pustên heman beş