POTÎN: DÎVÊ SÛRÎYA JÎ HÊZÊN BÎYANÎ AZAD BÎBE

POTÎN: DIVÊ SÛRIYA JI HÊZÊN BÎYANÎ AZAD BIBE

Serokê Rûsya federal îro ragihand, divê wilatê Sûriyê ji hêz û arteşên biyanî were vala kirin û azad bibe.

Filadîmêr Potîn serokê Rûsya federal îro ji bo tora (Rûsya Tudey, Kenalên Skay nîyoz, Erebîye) axvî û wiha got: “divê Sûriya ji hêzên biyanî azad bibe, her hêzeke bi awayeke neşer’î hatbe Sûriyê, divê her di zû de jê derkeve, ev gotin bo hemû wan wilatane ku arteşên wan li sûryê ne”.

Potîn di derbara arteşa wilatê xwe jî ku li sûryê ji bo berjewendî a rejîma Sûriyê şer dike got ku arteşa Rûsyê li ser razî bûna fermî a Dîmeşqê li sûryê ye.

Her wiha dibêje: “her wexta hikûmeta sûryê haydarî a me kir ku pêwîstî a wan bi hêzên Rûsya tuneye, wê demê wê hemû hêzan vekşînin”.

Rûsya federal ji meha îlona sala 2015an tevlî şerê sûryê bûye, roleke herî berçav di man û bihêz bûna rejîma Beşar Esed de heye.

Pustên heman beş