FİRANSA HİNARTİNA HEMÛ CORE SİLAHEKÊ Jİ BO TİRKİYÊ RADİGRE

FIRANSA HINARTINA HEMÛ CORE SILAHEKÊ JI BO TIRKIYÊ RADIGRE

Êvara îro wezareta derve a Firansayê ragihand ji egera wê êrîşa Tirkiya li bakûra rojhilata Sûriyê dike ser kurdan emê hinartina hemû core silahekê ji bo Tirkiyê ragirîn.

Wezareta derve a Firansayê di beyaneke nivîskî de ragihand: di çaverê bûna bi dawî hatina vê piroseyê de, Firansayê biryar da firoştina hemû core alaveke ‘eskerî bi Tirkiyê re ragire ku dibe di çalakiyên ‘eskerî de li Sûriyê bikar bîne, û ev biryarê wê raste rast biçe warê piraktîk de.

Di beyanê de hatye ku: êrîşên Tirkiyê bo ser bakûra rojhilata sûryê, gefan li asaiyşa Ewropayê dike.

Tê zanîn ku her îro Elmanyayê jî hinartina hemû core alaveke serbazî jibo Tirkiyê ragire ku dibe di êrîşa Tirkiyê de bo ser rojavayê kurdistanê bikar werin.

Pustên heman beş