Radest kirina rojava bi rejîma Sûriyê yek ji çareserî ên HSD’ê ye
Partiya yekîtiya demokratîk PYD’e, bi navgînî a wilateke zilhêz amadekariya destpêkirina nîqaşê bi rejîma Beşar Esed dike, ev yek hemwexta pişt guh xistin û dûr kirina aliyên siyasî ên rojava kurdistanê ye ku bi sedemeke sereke a aloziyên rojava tê hejmartin.
Li gorî çavkanî ên taybet ên Darka Mazi yê, berpirsyarên hêzên Sûriya demokratîk HSD’ê ku yekîneyên parastina gel YPG’e balê leşkirî ê PYD’ê hêza serekeye têde, bi navgînî a wilateke zilhêz li Şamê digel berpirsyarên blind ên rejîma Beşar esed civîyaye.
Çavkanî eşkere dikin, her yek ji berpirsyarên sazîên hewalgîrî a serbazî û asayîşê ên Hesekê, bi balefireke Kopter a wilateke zilhêz çûne Dîmeşqê paytexta Sûriyê û li wir nîqaşa parastina bakûra rojhilata Sûriyê û rojava kurdistanê bi rayedarên rejîma Sûriyê kirine.
Ev civîna hevpara HSD’ê û rejîma Sûriyê duh roja şemî 12/10/2019an hatye pêkanîn, HSD’ê jî eşkere kir, encama nîqaşa wan bi rejîma Sûriyê re wê pir baş bin.
Ev civîna HSD’ê û rayedarên rejîma Sûriyê hemwexta daxuyanî ên Berdevkê HSD’ê ne dema peyam ji Emerîkayê re şandî û têde wiha nivîsand bû: “ger hûn navçeya dije firînê biryarê pê nedin, her wiha ger balefirên we ên cengî nikarin asîmanê bakûrê Sûriyê biparêzin, rê bidin balefirên Sûriyê û ên Rûsya federal bi wî erkê rabin”.
Çavkanî didin xweya kirin, HSD’e û rêveberiya xweser ku li bin seywana Partiya yekîtiya demokratîk PYD’e tekoşîna xwe li rojava di meşînin, bi tu awayekî razî nîne yekgirtina kurdan û aliyên siyasî ên rojava pêkbîne û li şûna wê penayê ji bo rejîma Sûriyê dibe, ev yek bi ramana radest kirina navçeyên rojavaye bi rejîma Sûriyê.
Berdevkê HSD’ê ji bera destpêkirina êrîşa dagîrkarî jî gotbû: yek ji rêkên li ber destê wan ewe, navçeyên rojava careke din jibo rejîma Sûriyê werin vegerandin, wate vegerîn jibo berî sala 2012an.
Li vê derbarê de, rejîma Sûriyê ji zarê Cihgirê wezîrê derve Feysel Mîqdad wiha daxuyanî dabû: HSD’ê îxanet kiriye, nîqaşê pêre nakin, ew kirêgiritîyên Emerîkayê ne.
Tê zanîn hikûmeta Sûriyê bi timametî li dijî dana mafê Otonomîyê ye bi rojava kurdistanê, hemwext bi tu awayek rê nade kîyaneke xweser li bakûra Sûriyê were avakirin, li sala derbas bûyî jî Dîmeşqê hoşdarîyeke tund bi HSD’ê dabû ku ger navçeyên li bin desthilata xwe nevegerîne wê bi hêza leşkiran vegerîn.