ŞEREKE GİRAN Lİ ENYÊN SERÊ KANÎYÊ Û GİRÊ SİPÎYÊ TÊ KİRİN

ŞEREKE GIRAN LI ENYÊN SERÊ KANÎYÊ Û GIRÊ SIPÎYÊ TÊ KIRIN

Êrîşa Tirkiyê a dagîrkarî li ser rojava kurdistanê derbasî roja 5an dibe, ji serê sibê bordomanê li enyên serê kanîyê û girê sipîyê despêkiriye, şereke giran li serê kanîyê û Silokê tê kirin.

Arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê ên bi navê arteşa azad a sûryê li êvara 9/10/2019an êrîşa dagîrkarî a li ser rojava kurdistanê destpêkir, bi behaneya avakirina herêma ewlehiyê, îro ev êrîş derbasî roja 5an dibe û her ku diçe zirarên ku digihin xelkê sivîl pitir dibin.

Di roja 5an a êrîşê de, ji ser sibê ya îro roja yekşemî 13/10/2019an, şer û pevçûneke giran li serê kanîyê û Girê Sipîyê tê kirin, arteşa dagîrkar derbasî taxa pîşesazî bûye, li Girê sipîyê jî berxwedan tê kirin.

Hemwexta êrîşa bejayî, balefirên cengî ên Tirkiyê û Topxanên mîlîşyayên arteşa azad a sûryê bordomana Serê Kanîyê, Girê Sipîyê û her wiha gundewarê Dirbasiyê û kempa Eyn Îsa kirine.

Çavkanî eşkere dikin ku di şer û pevçûn û Bordomanên îro jî de, hemwilatî ên sivîl birîndar bûne.

Pustên heman beş