MÊRKİL DAXWAZA SEKİNANDİNA ÊRÎŞÊ DİKE

MÊRKIL DAXWAZA SEKINANDINA ÊRÎŞÊ DIKE

Şêwermenda Elmanyayê îro peywendî bi serokê Tirkiyê kir û daxwazî jê kir ku her çi zûtir be êrîşa ser bakûra rojhilata Sûriyê were sekinandin.

Berdevka hikûmeta Elmanyayê îro roja yekşemî ragihand, şêwermenda Elmanyayê Engêla Mêrkêl peywendîya telefonî bi Receb Teyîb Erdogan serokê Tirkiyê re pêk anî.

Mêrkêl ji serokê Tirkiyê daxwazî kir ku her çi zûtir be, êrîşa ser bakûra rojhilata sûryê were sekinandin.

Berdevka hikûmeta Elmanyayê her wiha eşkere kir, ev peywendî li ser daxwazî a Erdogan hatye pêkanîn.

Ev nîqaşa telefonê a Mêrkêl û Erdogan, hemwexta biryara hikûmeta Elmanyayê tê ku firoştina çekan bi Tirkiyê qedexe kiriye.

Pustên heman beş