ERDOGAN: EMÊ OPERASYONÊ HEYA SERKETİNÊ BİDOMÎNİN

ERDOGAN: EMÊ OPERASYONÊ HEYA SERKETİNÊ BİDOMÎNİN

Serok komarê Tirkiyê îro li derbara bûyer û pêşhatên bakûra sûryê daxuyanî da û wiha axvî: “emê heya serketinê operasyona Kaniya Aştiyê bidomînin”.

Receb Teyîb Erdogan, îro roja duşemî 14/10/2019an li derbara operasyona li bakûra rojhilata sûryê ku navê Kaniya Aştiyê lê kiriye daxuyanî daye û dibêje: “emê ta serketinê operasyonê bidin meşandin, her çi dibe bila bibe”.

Erdogan ev daxuyanî li Baku a paytexta Azerbaycanê dane û destnîşan kir ku Enqere rijde operasyona xwe dewam bke û guh nede tu gefekê, rêya ku me dest avêtîyê wê heya serketinê û bicî kirina amancê temam bikin.

Serokê Tirkiyê li vê derbarê de rexne ji yekîtiya Ewropayê û Komkara wilatên Erebî re kir ku li dijî operasyona Tirkiyê ne, li heman demê daxwaza pereyan ji civaka navneteweyî ji bo herêma ewlehiyê kir ku Enqerê nîyaza avakirina wê li rojhilatê Firatê heye.

Pustên heman beş