ROJA TARÎ Û JİDEST ÇÛNA 51% A XAKA KURDİSTANÊ

16Ê OKTOBERÊ ROJA TARÎ Û JİDEST ÇÛNA 51% A XAKA KURDİSTANÊ

Bi sedema lihevhatineke îxanetê a baleke diyar ê yekîtiya niştîmanî a kurdistanê li gel mîlîşya heşda şebî, supayê pasdaran û her wiha Hezbollah a Libnanî, li 16 Oktobera sala 2017an, êrîşa ser navçeyên Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn hat pêkanîn, encama vê îxanetê, ji dest çûna rûbereke berfireh a xaka kurdistanê, şehîd ketin û birîndar bûna sedan xortên kurd û pêşmergeyan, hemwext koçber bûna nêzî 200 hezar însanan.

Di rojeke weke îro da li 16/10/2017an, arteşa Iraqê, mîlîşyayên şî’e ên Iraqê bi rêberatîya Qasim Suleymanî ê fermandarê feyleqa Qudsê di supayê pasdarên Îranê ye, ji sedema lihevhatineke li gel Yekîtî a nîştîmanî a kurdistanê, êrîşa ser navçeyên başûrê kurdistanê hat pêkanîn, her di zû de yekîtiyê ferman ji bo pêşmerge şandin ku vekşin û rê ji bo derbasbûna arteşa Iraqê û mîlîşya wan vekin, di wê rojê de, bajarê Kerkûkê ku bi dilê kurdistanê tê naskirin, hemwext 51% ya xaka kurdistanê ji dest çû.

Xaînên gel

Giropeke diyar a Yekîtîya niştîmanî a kurdistanê bi îxaneta mezin sûçbare wan dilê wilat firoştin, girop eve: (Bavêl Talebanî – Lahor Şêx cengî – Aras Şêx Cengî – Aso Mamend – Westa Resûl –  ala talebanî) û bi mubareketa Hêro Îbrahîm Ehmed.

Wan serkirdên yekîtiyê weke parta demokrat a kurdistanê, Tevgera Goran, Parta Sosyalîst û hîna ên îslamî, balê wilatparêzên yekîtiyê, ew bi îxaneta li (Gel, pêşmerge, Nîştîman û pîrozî ên wilat) sûçbar kirin, rûreşî para wan kir. Wan dest xistin nav destê dijmin û gelê başûr li ber sitema mîlîşyayên Olî, kuştin û koçber bûnê hiştin.

Îxanet kirina wan Kareke herî zelal bû, ne parta demokrat PDK’ê ew bi îxanetê sûçbar kirin, lê belê tev partê kurdistanê, hîna berpirsyarên hikûmeta Iraqê ên wê demê dengê xwe kirin û sipasî a yekîtiya  niştîmanî ji bo radest kirina Kerkûkê kirine, piştre gelek gazî ji aliyên siyasî ên başûrê kurdistanê bilind bûn û xwestin ev giropa îxanetê were dadgeh kirin, weke parta demokrat PDK’ê û Goranê ku li wexta xwe gotin: Yekêtî ji firoştina Kerkûkê û navçeyên din ên kurdistanî berpirsyare û divê danpêdanê bi îxaneta xwe a niştîmanî a 16 Oktoberê bike.

Berya bûyerên 16 Oktoberê gelê başûr desthilata ewlehiyê û îdare kirinê li Kerkûkê û piranî a navçeyên kurdistanî hebû, ev yek bi xuyna hezaran şehîdên tekoşîna çîya û şerê li dijî DAIŞ’ê bû, weke Tevgera Goran dibêje: bi mixabinî ve, li 16 Oktoberê yekîtiyê bi lihevhatineke nihênî a hizbî û siyasî a tek alî, îxaneta niştîmanî kir û Kerkûk û 51% a xaka kurdistanê firoştin.

Îxanet ku bi çandeke dêrîn di nav yekîtiya nîştîmanî de tê hejmartin, li 16 Oktoberê wê îxanetê ne tenê xaka kurdistanê winda kir, lê belê gel û pêşmerge jî bê rumet kirin, ev îxanet ew qas mezn bû ku weke fermandarê yekeya 70an a pêşmerge dibêje: ger ev yek li wexta tekoşîna çîya bibaye, wê ev giropa Kalfam hatiba gulle baran kirin.

16Ê OKTOBERÊ ROJA TARÎ Û JİDEST ÇÛNA 51% A XAKA KURDİSTANÊ

Li 16î Oktobera sala 2017an her yek ji heşda şebî, supayê pasdaran û mîlîşyayên Hezbollah a Libnanî êrîşî Xurmatû, Kerkûk û Xaneqîn kirin û her di zû de xistin bin çenga xwe, bi sedan hemwilatî ên kurd şehîd ketin, 200 hezar koçber bûn, Bavêl û Lahor şêx cengî jî hîna niha nehatîne dadgeh kirin, lê belê pêgeha wan bilindtir bûye.

 

Pustên heman beş