Arteşa Beşar Esed îro derbasî bajarên Reqayê û Minbicê yên bakûra Sûriyê bûne û xalên çavdêriyê lê danîne.
Li gur lihevhatina hêzên Sûryaya demokratîk (HSDe) û Hikûmeta Sûriyê, îro roja çarşemî 16/10/2019an, hinek leşkirên rejîma Beşar Esed derbas bûne bajarên Reqayê û Minbicê yên bakûra Sûriyê û ciyê xwe girtin.
Çavkaniyên Sûriyê eşkere kirin, arteşa Sûriyê alaya fermî a rejîmê li Minbicê hildane û hemwext xalên xwe yên çavdêriyê li Reqayê bicî kirine.
Hêzên Sûryaya demokratîk li 13 Oktobera 2019an bi navgînî a Rûsya federal, lihevhatin ji bo belavebûna arteşa Sûriyê li rojhelata Firatê û bakûra Sûriyê kirin.
Li 14ê Oktoberê wate bi rojekê piştî îmze bûna lihevhatinê, leşkirên rejîma gihane bakûra wilat û ev lihevhatin bi metirsî li ser jinavçûna statoya rojava kurdistanê tê binavkirin.
Tevî ku xal û bendên lihevhatina HSDê û rejîmê di berjewendî a Dîmeşqê dene, lê belê HSDe dibêje: wan ev lihevhatin ji neçarî îmze kir ji bo ku gel neyê qirr kirin.
Arteşa Tirkiyê li 9 Oktobera 2019an, êrîşa dagîrkarî a ser rojava kurdistanî destpêkir, zirarên canî yên mezn bi xelkê sivîl re xistine.