LEŞKİRÊN RÛSYA FEDERAL Jİ ÇEMÊ FİRATÊ DERBASBÛN

LEŞKİRÊN RÛSYA FEDERAL Jİ ÇEMÊ FİRATÊ DERBASBÛN

Arteşa Rûsya federal, êvara îro hereket bi arasteya rojhilata Firatê kirin û li nêzî Kobanê bicî bûne.

Nerîngeha Sûriya a mafê mirovan, îro roja çarşemî 16/10/2019an eşkere kir, hejmareke leşkirên Rûsya federal hereket li bakûra Sûriyê kirine û ji çemê Firatê derbasbûne û nêzî bajarê kobanê ê rojava kurdistanê bûne.

Nerîngeh dide xweya kirin, leşkirên Rûsya federal bi hemahengî digel hêzên Sûryaya demokratîk (HSD) ew hereket pêk anîne.

Ramî Ebdulrehman berpirsyarê Nerîngeha Sûriya a mafên mirovan ku bingeha wê li Lendenê ye, dibêje: leşkirên Rûsya federal niha bi dûratiya 4 heya 5 KM ji navenda bajarê Kobanê bicî bûne.

Hemahengiya HSDê û Mosko li rojên dawyê piştî lihevhatina bi rejîma Sûriyê re hinekî xurt bûye, taybet piştî vekşandina leşkirên emerîkayê ji navçeyên bakûra sûryê.

Pustên heman beş