TİRAMP: KURD NE FİRÎŞTENE

TİRAMP: KURD NE FİRÎŞTENE

Serokê Emerîkayê îro careke din behsa rewşa Sûriyê kir û wiha axvî: tu giriftek nîne, ger Rûsya hinekî alîkarya Dîmeşqê bike, li derbara kurdan jî go ku kurd ne firîştene.

Serokê Emerîkayê Donald Tiramp, îro roja çarşemî 16/10/2019an li derbara rewşa bakûra Sûriyê û êrîşa Tirkiyê daxuyanî da û got: danana sizayan liser Tirkiyê baştire ji ku şer were kirin.

Tiramp ev gotin îro di kongireyeke rojnamevanî de li koçka sipî kirin û dibêje: tu giriftek nîne ger Rûsya federal hinek alîkarya Dîmeşqê bike.

 serokê Emerîkayê ev axaftin jî li derbara kurdan kir: (kurd ne firîştene).

Ev daxuyaniyên serokê Emerîkayê hemwexta helwestên hevdij yên Tiramp Serokê Emerîkayê ne li derbara kirîza bakûra sûryê û herwiha êrîşa ku Tirkiyê li ser rojava kurdistanê pêkanîye.

Pustên heman beş