PEVÇÛN DINAVBERA ARTEŞÊN TİRKİYÊ Û SÛRİYÊ Lİ MİNBİCÊ ÇÊBÛN

PEVÇÛN DINAVBERA ARTEŞÊN TİRKİYÊ Û SÛRİYÊ Lİ MİNBİCÊ ÇÊBÛN

Îro bo cara yekemîn ji hatina arteşa Sûriyê bo navçeyên bakûra Sûriyê, li sînorê bajarê Minbicê leşkirên Tirkiyê û Sûriyê li hev dane, çavkaniyan eşkere kirin ku 4 leşkirên Tirkiyê birîndar bûne.

Êvara îro roja çarşemî 16/10/2019an, leşkirên sûryê û leşkirên Tirkiyê li sînorê bajarê Minbicê yê bakûrê Sûriyê li hev xistine û şer û pevçûn li navbera wan de derketin, çavkanî eşkere dikin ku 4 leşkirên Tirkiyê birîndar bûne.

Ev dibe pevçûna yekemîn be piştî lihevhatina hêzên Sûryaya demokratîk (HSD) û rejîma Sûriyê ku li gur wê lihev kirinê, arteşa sûryê gihaye navçeyên bakûra sûryê.

Arteşa sûryê ku îro çûye nava Minbicê û sînorê wê, şer li dijî arteşa Tirkiyê li wê navçeyê kir ku mîlîşyayên arteşa azad a Sûriyê jî bi hevbeşî li gel arteşa Tirkiyê şer kiriye.

Leşkirên Tirkiyê ku li vê pevçûnê de birîndar ketine, bi rêya deriyê Qirqamişê li nêzî Cerablusê jibo çareseriyê hatin veguhastin.

Çavkaniyên Rûsya federal duh roja sêşemî belav kirbû, arteşa Sûriyê rûbereke berifreh li derdûra bajarê Minbicê girtine ku bera wan arteşa Tirkiyê dest bi ser de girtibû.

Pustên heman beş