Hikûmeta Elmanyayê careke din ji ber êrîşa Tirkiyê a li ser Rojava Kurdistanê hişyarî da Enqerê û firotina çekan bi Tirkiyê sekinand.
Li gur pêgeha Rojnameya “The Independent”, şêwermenda Elmanyayê Engêla Mêrkêl li parlamentoya wilatê xwe gotar xwend û weha behsa HSD’ê û hêzên kurdî kir: li rojên bûrî de, li hember êrîşa li ser arteşa kurd, min hişyarî da Tirkiyê, îro ez careke din dibêjim divê ev êrîş were sekinandin.
Mêrkêlê got: rewşa niha û pirsên ku dirist dibin, Diramayeke mirovî ye, rewşa ku niha li Bakûrê Sûriyê heye, dê bandorên wê yên Cîyopoletîk hebin, Hikûmeta Elmanyayê tu çekan bi Tirkiyê nafiroşe.
Ev yek di demekê deye, tenê di sala 2018an de Elmanyayê bi qasî 243 milyon yoroyan çek firotine Tirkiyê, her yek ji wilatên Firansayê, Îtaliya, spanya, Norwîcê û Swêdê, hemwext Holendayê û Çîkê firotina çekan bi Tirkiyê bi sedema êrîşa ser rojava kurdistanê sekinandine.