Serokê Sûriyê di daxuyaniya xwe ya yekemîn de piştî destpêkirina êrîşa ser bakûra Sûriyê axvî û got: emê bi dijwarî berisva dagîrkariyê bidîn.
Serokê Sûriyê Beşar Esed, îro roja pêncşemî 17/10/2019an, di hevdîtineke medyayî de ku kenala ÊN TV ya Rûsya federal weşandiye, bo yekemîn car helwesta xwe li derbara êrîşa Tirkiyê liser navçeyên Bakûra Rojhilata Sûriyê anî ziman.
Esed wiha axvî: emê bi dijwarî berisva dagîrkariya Tirkiyê bidîn, ew dagîrkarî eger li ç navçeyeke Sûriyê be, berisva me wê bi hemû rêkên berdest be.
Ev gotinên Beşar Esed yekemîn helweste piştî lihevhatina hêzên Sûryaya demokratîk û Hikûmeta Dîmeşqê a 13 Oktobera îsal ku li gur wê, arteşa Sûriyê hereket bo Bakûra Sûriyê û bajarên Rojava kurdistanê kirine.
Bera vê helwestê Serokê Sûriyê, şêwirmendeke seroktiya Tirkiyê ragihand bû, eger arteşa Sûriyê bikare şerê arteşa Tirkiyê bike, bila kerem bike.
Li asta meydanî, duh roja çarşemî 16/10/2019an, yekemîn pevçûna dinavbera arteşa Sûriyê û arteşa Tirkiyê li sînorê Minbicê çêbû, di encamê de, 4 leşkirên Tirkiyê birîndar ketin.