Wîlayetên yekbûy yên Emerîkayê eşkere kir, dibe ew cezayên zêdetir li ser Tirkiyê bisepînin.
Şêwirmendê koçka Sipî a Emerîkayê Larî Kadlu, îro roja pêncşemî 17/6/2019an, daxuyanî li derbara melefa cezayên Emerîkayê liser Tirkiyê da û wiha axvî: ji bo ku êrîşa liser Bakûra Sûriyê were sekinandin, eger pêwîst be Waşinton wê cezayên zêdetir liser Enqerê bisepîne.
Şêwirmendê koçka Sipî her wiha dibêje: hewlên Waşintonê ji bo ragirtina şer hene, lê belê eger pêwîst be, wê cezayan ji bo paşde birina Tirkiyê bikar bîne.
Serokê Emerîka Donald Tiramp ji destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê liser Rojava Kurdistanê, hişyarî dane Receb Teyîb Erdogan û pêre got ku wê abûra Tirkiyê jinav bibe.
Di berisva Tiramp de, serokê Tirkiyê Erdogan dabû xweya kirin ku Tirkiyê ne wilateke ji gefan paşde biçe û her wiha eşker kir ku operasyona wan a bi navê Kaniya Aştiyê wê bidome ta wê dema serketin tê bi dest xistin.