TİRKİYÊ ÇEKDARAN DİŞÎNE SERÊ KANİYÊ

TİRKİYÊ ÇEKDARAN DİŞÎNE SERÊ KANİYÊ

Encûmena Sûryaya demokratîk dixwaze çavdêrên navneteweyî werin Rojhilata Firatê, weke gerentî ji bo bicîkirina agirbesa Enqerê.

Encûmena Sûryaya demokratîk MSD’e, behsa dawî pêşhatên meydanî yên Rojhilata Firatê dike û dibêje: arteşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê, lihevhatina agirbesê û rawesatandina şer bin pê kirine, taybet li Serê Kaniyê.

MSD’e eşkere dike ku arteşa Tirkiyê liser şandina çekdaran ji bo bajarê Serê Kaniyê berdewame, ev yek dijî lihevhatina Enqerê ye.

Li vê derbarê de, MSD’ê bang li Emerîka û civaka navneteweyî dike ku çavdêran ji bo Rojhilata Firatê bişînin, ji bo ku gerentiya bicîkirina lihevhatinê hebe.

Hemwexta vê daxuyaniya MSD’ê, îro serê sibê jî, balefirên cengî yên Tirkiyê li asîmanê Serê Kaniyê firîn kirine.

Hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e jî dibêje: wan pêgiryeka temam bi lihevhatina agirbesê kiriye, lê belê Tirkiyê ne pêgîre.

Wîlayetên yekbûy yên Emerîkayê û Tirkiyê li roja pêncşemî 17/10/2019an li Enqerê lihevhatina agirbesê îmze kir, ligur wê lihevhatinê Tirkiyê wê bi kûrahiya 32 KM û panatiya 444 KM di Rojhilata Firatê de bimîne, HSD’e û YPG’e jî wê ji wir bihên vekşandin.

Pustên heman beş