Sekreterê giştî yê Hîzbolah ya Libnanî îro daxuyanî da û ragihand ku ew naxwazin hikûmet dest ji kar bikşîne.
Sekreterê giştî ê Hîzbollah a Libnanî îro roja şemî 19/10/2019an li derbara aloziyên rojên dawyê li Beyrûtê û bajarên din yên wilat daxuyanî da û wiha axivî: “Libnan di rewşeke pir nazik de derbas dibe, jiberku Xwenîşandan li tev bajar û bajarokan dewam dikin”.
Her wiha eşkere kir, weke Hîzbollah ew naxwazin hikûmeta Libnanê a bi seroktiya Seed Herîrî dest ji kar bikşîne, li şûna wê bila çaksazî were kirin.
Bi nerîna Hesen Nesrulah wexteka kêm li himber hikûmetê ye ku bikare çaksazîyan bike û rewşa abûrî ya wilat hinekî baştir bike.
Li dawiya gotina xwe, sekreterê Hîzbollah a Libnanê dest nîşan kir ku ew wê piştevaniyê li hikûmeta Herîrî bikin, lê belê bi bername û pirogrameke nû, jiberku çareserkirina rewşa abûrî ya wilat û başkirina rewşa jiyara welatiyan, bi zêde kirina Bacê nayê dest.
Nesrulah hemwext hişyarî dan ku ger Baca zêdetir liser welatiyên Libnanê were sepandin, Xwenîşandan wê dewam bikin.