GRAHAM: NABE HERÊMA EWLEHİYÊ BİBE SEDEMA QİRKİRİNA NETEWÎ

GRAHAM: NABE HERÊMA EWLEHİYÊ BİBE SEDEMA QİRKİRİNA NETEWÎ

Senatorê Emerîkî Lêndisî Graham di civîneke telefonî de li gel fermandarê hêzên Sûryaya demokratîk nîqaşa avakirina herêma ewlehiyê kir û got ku nabe ew herêm bibe sedema qirkirina gelê kurd.

Senatorê diyar ê Emerîkayê ji partîya komarîyan, Lêndisî Graham ragihand, wî peywendîya telefonî digel fermandarê hêzên Sûryaya demokratîk Mezlûm Ebdî encam daye û pêre gutîye ku hewlên îdareya Tiramp ji bo sekinandina şer blind nirxandiye.

Lêndisî graham duh şevê 18/10/2019an, li ekawinta xwe a twitterê nivîsand bû: Mezlûm Ebdî dilgiraniya xwe ji lihevhatinê nîşan daye û ragihandiye, bi tu awayekî qebûl nakin qirkirina nijadî li hember kurdan bê kirin.

Graham, naveroka peywendîya xwe ya telefonî eşkere kiriye û behsa wê yekê dike, navçeya aram ji aliyê kurdan ve hatye qebûl kirin, lê belê operasiyonên leşkirî dibin sedema awarebûna bi sedan hezar kesan, bi van hengavan herêma ewlehî ava nabe û ew yek qirkirine.

Senator Graham dibêje: ew hêvîdare rewşeke wiha derkeve holê ku tu aliyek zirarê nebîne û dibêje, ew wek Mezlûm Ebdî dilgirane, û wî jêre gutîye: ew ji nêzîk ve haydarî rewşê dibe û di wê aloziyê de, kongirês digel kurdan hevsoze.

Pustên heman beş