MAKRON: MİN GOTE ERDOGAN YPG’E NEPKK’E YE

MAKRON: MİN GOTE ERDOGAN YPG’E NEPKK’E YE

Serok Komarê Firansayê Emanuel Makron derbarê terorîstên biyanî yên li Sûriyê de got ku “heke ew bixwazin bên Ewropayê wê biçin Tirkiyê û ji wir bên Firansayê, bi rê yên din nikarin bên Firansayê.” di mijareke din da, behsa YPG’ê kir û got ku ew ne PKK’e ne.

Makron piştî lotkeya yekîtiya Ewropayê li Birokselê civîna çapemeniyê li dar xist û got: “terorîstên bîyanî heke li Iraqê êrîş kiribin Wê li wir bên darzandin, heke ew bixwazin bên Ewropayê wê biçin Tirkiyê û ji wir bên Firansayê, bi rê yên din nikarin bên Firansayê”.

Her wiha diyar kir ku di vê rewşê da weke ku Tirkiye çendîn sale dike divê agahî bide wan.

Makron got: “terorîstên ku dê bi vî awayî bên Firansayê dê bên darzandin û girtin û wiha axvî: Firensa, Emerîka û Tirkiye, endamên Natoyê ne û ez ji ser twitterê hîn bûm ku Emerîkayê eskerên xwe ji Sûriyê vekşandine, hêza din ya Natoyê jî biryar da ku êrîşî (YPG’ê) ku hevkarê koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê ye û dijî terorê tekoşîn dikin bike”.

Serokê Firansayê dibêje: “hember tekoşîna Tirkiyê dijî PKK’ê û terorîstan rêz digrim, min ev herdem gote Erdogan lê HSD’e (ya ku piranî ji YPG’ê pêk tê) ku dijî DAIŞ’ê tekoşîn didin ne PKK’e ne. Lewra jî tiştên ku van rojên dawyê diqewmin şaşiya giran ya Rojava û Natoyê ye.”

Makron destnîşan kir ku divê Ewropa bibe xwedî stratejiyeke parastinê ya xurt tir û got ku “yên ku li herêma rojhilata navîn yên ku bi qazanc derketin Îran, Tirkiye û Rûsya bûn.”

Pustên heman beş