ERDOGAN: 120 DEMJİMÊR BİQEDE EMÊ HEREKETÊ DESTPÊBİKİN

ERDOGAN: 120 DEMJİMÊR BiQEDE EMÊ HEREKETÊ DESTPÊBİKİN

Serok komarê Tirkiyê êvara îro hişyarî ji dubare destpêkirina hereketê li Rojhilata Firatê dan û wiha axvî: “wexta 120 saet biqede, emê ji ciyê ku mane dest pê bikin û serê terorîstan bipelçiqînin”.

Receb Teyîb Erdogan êvara îro roja şemî 19/10/2019an li derbara agirbesta ku li Rojhelata Firatê hatiye pêk anîn daxuyanî da û wiha got: “heger lihevhatina Enqere weke li gel Emerîkayê hatiye kirin nebe, wexta 120 saet biqede emê ji ciyê ku mane destpêbikin.”

Erdogan ev gotin îro li Kayseriyê di merasîmekê de kirine û got: “evên ku gelê Tirk nas nakin, lê wê nas bikin, yan wê nas bikin yan jî wê dersa xwe wergirin û nas bikin”.

Erdogan diyar kir di rewşeke wiha de hêvîya wan ewe hemû kesên ku helwesta wan ya dijî terorê ji dil be bra alîkarya wan bikin û wiha got: “Mixabin di 9 rojên Dawîn de dijî wilatê me her cure kirêtî hat nîşandan. Ji ber ku maskeyên wan ketin me dît ku kî çiye.”

Erdogan der barê lihevhatina bi Emerîkayê re got ku heger nebe wexta 120 saet biqede emê ji ciyê ku mane dest pê bikin û serê terorîstan bipelçiqînin.

Erdogan diyar kir Tirkiyê ji serê şer de dev ji şertên ku wan danîbûn bernedaye û got ku heger sozên ku dane welatê me bicî neyên mîna berê emê nesekinin û wexta dem qediya emê hereketê bidomînin.

Ev gotnên Erdogan weke amajeyekê hatine ku ger hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e ji navçeyên ku di lihevhatina Enqerê de anku bi kûrahiya 32 KM paşde neçin, êrîşa Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê wê dewam bike.

Pustên heman beş