TİRAMP: ME PETROLA BAKÛRA SÛRİYÊ GARANTÎ KİRİYE

TİRAMP: ME PETROLA BAKÛRA SÛRİYÊ GARANTÎ KİRİYE

Serokê Emerîkayê îro eşkere behsa lihevhatina agirbesta Enqerê ya ji bo bakûra Rojhilata Sûriyê kir û wiha axvî: agirbest bi başî dewam dike, kurd wê li navçeyên nû bên bicî kirin, petrol jî garantî kiriye.

Serokê Emerîkayê Donald Tiramp îro tiwîteke nû kir û têde ragihand ku wezîrê berevaniya Emerîkayê Mark Esper eşkere kiriye, agirbesta bakûra rojhilata Sûriyê gelek bi başî dewam dike, kurd wê li navçeyên nû bicî bibin.

Donald Tiramp di tiwîta xwe de dibêje: hin şer û pevçûnên kêm hebûn, lê belê bilez bi dawî bûne, me petrol garantî kir, her wiha me leşkerên xwe vegerandin mal.

Serokê Emerîka tekez dike ku wan leşkirên xwe yên li Sûriyê ji navçeyên şer vekşandine û niha li navçeyên agirbestê jî nînin.

Donald tramp ev gotin li derbara kurdan kirine, lê zelal nekir kanê mebesta wî gelê rojava kurdistanê ye, yan jî hêzên Sûryaya demokratîk ku wê ji l navçeyên nû bên bicî kirin.

TİRAMP: ME PETROLA BAKÛRA SÛRİYÊ GARANTÎ KİRİYE

Pustên heman beş