MAKRON DİXWAZE AGİRBESTA SÛRİYÊ DİRÊJTİR BİBE

MAKRON DİXWAZE AGİRBESTA SÛRİYÊ DİRÊJTİR BİBE

Serokê Firansayê Emanuel Makron îro daxwaz ji serokê Rûsya federal kir, agirbesta Sûriyê drêjtir bbe.

Serokê Firansayê Emanuel Makron, êvara îro roja duşemî 21/10/2019an, peywendî bi serokê Rûsya  federal Filadîmêr Potîn re kir û jêre xwast, agirbesta Bakûra Rojhilata Sûriyê dirêj bibe.

Makron bi Potîn re ev got: bi bawerim ku kirîza Bakûra Rojhilata Sûriyê wê bi kenalên diplomatîk çareserî ji bo were kirin.

Li hefteya rabûrî wîlayetên yekbûy ên Emerîkayê û Tirkiyê, lihevhatina agirbesta Bakûra Rojhilata Sûriyê îmze kir, li gor wê di vê di dema 120 saetan de, hêzên Sûryaya demokratîk li navçeyên navbera Serêkaniyê û Girêspî yên Rojava Kurdistanê vekşin.

Li vê derbarê de, serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan roja şemî 19/10/2019an di konferenseke çapemeniyê de gotbû ku ger 120 saet biqede û lihevhatin neyê bicî kirin, emê hereketê ji wir dest pê bikin ku me lê sekinandiye, lê belê ji duh ve, hêzên Sûryaya demokratî dest bi vekşandina hêzên xwe ji Serêkaniyê kirine.

Pustên heman beş